Tayîna 20 hezar mamosteyan

Namzed wê heta 26ê Tîmehê karibin serlêdana xwe bikin

Tayîna 20 hezar mamosteyan

Ji bo tayînkirina 20 hezar mamosteyan serlêdana pêşiyê dest pê kir. namzed wê heya 26ê tîrmehê karibin serlêdanên xwe bikin.  

Wezareta Perwerdê ya Neteweyî ji bo 20 hezar mamosteyên bipeyman bistîne serlêdan dan destpêkirin. 

Pêvajoya serlêdanên ewil wê heta 26ê Tîrmehê dewam bike. 

Ezmûnên devkî wê di navbera 1 û 13ê Tebaxê de bên kirin û encam jî di 16ê Tebaxê de wê bên îlankirin. 

Namzed wê tercihên xwe di navbera 27 û 31ê Tebaxê de bikin. 

Encamên tercihan jî wê di 1ê Îlonê de bên ragihandin. Ji bo serlêdanan wê pûanê KPSS'ê yên sala 2021ê derbasdar be. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE