Hat ragihandin tayîna 572 xizmên şehîdan, xazî û xizmên xaziyan ku di saziyên dewletê da bi cih bûn, hat kirin"
Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî di daxuyaniya weşand da ragihand tayînkirina 572 xizmên şehîdan, xazî û xizmên xaziyan ku Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê di Lijneya Şêwirmendiya Personelên Dewletê da dabû bihîstin, pêk hat.
Wezîr Selçûkê destnîşan kir ku ew her tim li cem malbat û egîdên ji bo welat canê xwe dane ber çavê xwe, cih digirin.
Di vê çarçoveyê da ji bo 77 saziyên dewletê 347 jê mêr û 255 jî jê jin bi tevahî tayînkirina 572 xizmên şehîdan, xazî û xizmên xaziyan hat kirin.
Encamên tayînkirinê wê di saet 17.00an da ji ser malpera înternetê ya "www.dpb.gov.tr"ê bê îlankirin.
AA