Tayînên generalan di Rojnameya Fermî da ye

Fermandarê Artêşa 2yem Orgeneral Îsmaîl Metîn Temel ji bo Serokatiya Kontrol û Nirdxandinê ya Sererkaniyê hat tayînkirin

Tayînên generalan di Rojnameya Fermî da ye

Biryara tayînkirinên generalan di Rojnameya Fermî da hat weşandin.

Li gor biryara tayînkirinê ya ku bi îmzeya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hat weşandin, Fermandarê Artêşa 2yem Orgeneral Îsmaîl Metîn Temel ku li Meletiyê Wezîfe dikir, ji bo Serokatiya Kontrol û Nirdxandinê ya Sererkaniyê hat tayînkirin.

Fermandarê Tûgaya Komandoya 4em Tuxgeneral Mustafa Barutê ku li Tunceliyê wezîfe dikir jî ji bo Serokatiya Kontrol û Nirxandinê ya Fermandariya Artêşa 3yem ku li Erzincanê ye, hat tayînkirin.

Tayînên navborî li gor fikreya yekem a benda 9emîn a Biryarnameya Serokomariyê ya li ser Usûlên Tayînê hatin kirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 31 Kanûn 2018, 09:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE