TCMByê rêjeyên faîzê yên kartên krediyê kêm kirin

 Bankeya Navendî ya Komara Turkiyeyê (TCMB) rêjeyên faîzê yên eqdî û derengxistinê ku ji kartên krediyê tên birîn, kêm kirin.

TCMByê rêjeyên faîzê yên kartên krediyê kêm kirin

 Bankeya Navendî ya Komara Tuirkiyeyê (TCMB) rêjeyên faîzê yên eqdî û derengxistinê ku ji kartên krediyê tên birîn, kêm kirin.

Teblîxa Kêmkirina Faîza Kartên Krediyê di Rojnameya Fermî da hat weşandin.

Li gor vê ji 1ê rêbendana 2020î pê va rêjeya herî zêde ya faîza eqdî ya kartên krediyê ya mehane ji sedî 1,60î daket 1,40î. Kartên ku li gor perê welatên din in jî rêjeya wan a herî zêde ya faîza eqdî mehane ji sedî 1,28an daket 1,12an. Rêjeya herî zêde ya faîza derengxistinê ya kartên krediyê ku li gor lireyê Tirk tên hesabkirin, mehane ji sedî 2yan daket 1,70yî.

Rêjeya herî zêde ya faîza derengxistinê ya kartên krediyê ku li gor perê welatên din tên hesabkirin, mehane wek ji sedî 1,42 hat kifşkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE