Li gor agahiyan li 3 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê tê texmînkirin baran bibare.
Gorî agahiyên Midûriyeta Herêma 12emîn ya Meteorolojiyê li herêmê wê hewa carcaran ewravî û carcaran jî kêmewravî be û piştî nîvro jî tê texmînkirin li Qers, derdora Erdexanê û li rojhilatê bakurê Erziromê carcaran baran bibare.
Li gor agahiyan li herêmê germahî wê li gor demsalê be û bi şev hewaya herî sar li Tunceliyê 21, li Erziromê 16, li Erzincanê 15, li Îdir û Agiriyê 14 û li Qers û Erdexanê 12 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin bi roj hewaya herî germ jî li Tuncelî û Erzincanê 37, li Îdirê 35, li Agiriyê 32, li Erzirom û Qersê 28 û li Erdexanê 26 pile be.