Ji bo jiyaneke tendurist rê û rebazên tedawiyê gelekî giring in. Bi taybetî psikolojiya mirov tesireke mezin li ser tedawiyê dike. Li navenda fizîk-tedawiyê, kesên ku bi salan e nikarin bimeşin an jî ji ber nexweşiyê nikarin tevbigerin radibin ser piyan.
Hin ji wan ji ber nexweşiyê ji destûpiyan ketin.
Hin jî ji wan bi salan e nikaribûn tevbigerin.
Bi tedaviya rast û baş car din radibin ser piyan…
Li navenda Fizîk-tedawiyê ji bo 150 kesî alîkariya tenduristiyê tê dayîn.
“Ji bo tedawiyê ewil divê psîkolojiya mirov baş be. Em wan wek nexweş nabînin, em wek heval hogir xwişk û bira dibînin û bi wî wayî tevdigerin. Kesên ku felçê lê xistiyê an jî fitix bûne li vir tedawî dikin. Ne tenê bi fizik-tedawiyê em bi psikîloyê jî alîkariyê didin.”
Kesên ku rapora wan heye dikarin ji navendê bêpere xizmetê bistînin.
Doktorên navendê bi nexweşan re yek bi yek eleqedar dibin.
Welatî him bi tedawiya fizikê him jî bi ya psikolojik tên ser hemdê xwe.
İyi akşamlar biz bu tedavi merkezine nasıl ulaşabiliriz