Di erdheja mezin a Elazığê de bi hezaran kes birîndar bûn. Him nexweşxaneya bajêr a fetih sekin, him jî ya zanîngeha firatê xizmetên mezin dan mexdûrên erdhejê. Li nexweşxaneya zanîngeha firatê di du rojên piştî erdhejê de hezar û 500 hes hatin tedawîkirin.
Li Elezîz û Meletiyê ji ber erdheja dijwar him zirar gihîşt avahiyan, him jî gihîşt welatiyan.
Di erdhejê de bi hezaran kes birîndar bûn û ji bo wan birîndaran jî nexweşxaneyên li Elazığê gelek girîng bûn.
Him Nexweşxaneya Bajêr a Fetih Sekin, him jî Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê gelek xizmet dan mexdûrên erdhejê.
Di du rojên ewil ên piştî erdhejê de Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê xizmet da hezar û 500 kesên birîndar.
Rektorê Zanîngeha Firatê Prof Dr Kutbeddin Demirdağ got, “Nexweşxaneya me li gorî talûkeyên erdhejê hatiye çêkirin.”
Rektorê Zanîngeha Firatê Prof Dr Kutbeddin Demirdağ: Nexweşxaneya me li gorî talûkeyên erdhejê hatiye çêkirin. Ev avahî li bajarê me yek ji wan avahiyên herî ewle ye.
Niha jî li nexweşxaneyê 6 kesên birîndar ên erdheja Elazığê tên dermankirin.