Tedbîrên vîrusa koronayê hatin zêdekirin

Tedbîrên vîrusa koronayê yên ji bo market û wesayîtên veguhestina giştî hatin zêdekirin

Tedbîrên vîrusa koronayê hatin zêdekirin

 Wezareta Karên Navxweyî di çarçoveya têkoşîna dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da ji bo market û wesayîtên veguhestina giştî yên ku li nava bajêr û di navbera bajaran da dixebitin, giştînameyeke pêvek şand.

Li gorî giştînameyê, li parêzgeh û navçeyan hemû market dê di navbera 09.00-21.00an da xizmetê bidin.

Hejmara herî zêde ya muşteriyan a di hundirê marketê da dê qasî ji dehan yekê qadê be ku lê rasterast xizmetê dide mişteriyan.

Ji bo ku bi tenê bi qasî hejmara ku hatiye destnîşankirin muşterî di marketê da hebin, dê tedbîr werin sitandin. Heger di hundir da bi qasî hejmara destnîşankirî mişterî hebin, heta mişterî ji marketê dernekeve, yekî din dê neyê wergirtin.

- Bi qasî nîvê qapasîtiyê rêwî dê bên qebûlkirin

Wesayîtên veguhestina giştî yên ku li nava bajêr û di navbera bajaran da dixebitin (otobusên rêwiyan ên di navbera bajaran da jî tevda) dê bi qasî ji sedî 50yî kapasîteya veguhestina rêwiyan a ku di rûxsata wesayîtê da diyarkirî ye, rêwiyan qebûl bikin û her wiha di wesayîtan da şêweya rûniştina rêwiyan dê wisa were duristkirin ku temasa rêwiyan çênebe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE