Tehliyeyên ji derwelêt dewam dikin

Wezareta Karên Derveyî: Me ji 17 dewletan 5 hezar û 284 welatiyên xwe anîn

Tehliyeyên ji derwelêt dewam dikin

Xebatên ji bo anîna welatiyên li derwelêt dewam dikin. Welatiyên ji dewletên cuda hatin anîn li bajaran, di wargehan de tên bicîkirin. Kesên ji derve tên, piştî karantînaya 14 rojan wê biçin malên xwe.

Kesên dixwazin bên bal malbatên xwe, serî li sefaretan didin.

Bi hezaran welatiyên li derwelêt, bi xebatên hûr û kûr, tên anîn Tirkiyeyê.

Du balafirên ji Azerbeycanê rabûn hatin Enqere û Orduyê.

366 welatî ji bo karantînayê li wargehên Ordu û Zonguldakê hatin bicîkirin.

Ji Elmanyayê jî welatî vedigerin.

Herî dawî qefleya 165 kesan piştî kontrolên tenduristiyê li wargehên Mêrsînê hatin bicîkirin.

842 kesên ji Erebistana Siûdî hatin tehliyekirin, li wargehên Uşak, Zonguldak, Afyon û Boluyê hatin girtin karantînayê.

Ji Ozbekistanê 289 kes hatin û li Qeyseriyê, 377 kesên ji Awûstiryayê hatin li Sêwazê, 323 kesên ji Ûkraynnayê hatin li Tokatê, 144 kesên ji Cezaîrê hatin li Konyayê ji bo 14 rojan wê di karantînayê de bin.

Ji 943 welatiyên ji Fransayê hatin 286 kes li Kocaeliyê, 317 kes li Bartinê, 161 kes li Yalovayê, 179 kes jî li Afyonê hatin bicîkirin.

372 kesên ji Yekîtiya Mîrektiyên Ereban hatin anîn li Hendeka Sakaryayê, 594 kesên ji Swîsre û Swêdê hatin anîn li Amasya û Bursayê, 82 kesên ji Taylandê hatin anîn jî li Îzmirê girtin karantînayê.

Ev welatî wê 14 rojan di wargehan de, di karantînayê de bin.

Piştî karantînayê kontrolên wan ên tenduristiyê wê bên kirin û ew ê bên şandin memelketên xwe.

Wekî din Alîkarê Wezîrê Karên Derve Yavuz Selim Kiran li ser medyaya civakî, derbarê tehliyeyan de daxuyanî da.

Kiran got "Bi operasyoneke hûr û kûr û serkeftî, ji 17 dewletan bi 25 seferan me 5 hezar û 284 welatiyên xwe anîn welêt."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE