Tehma pesendkirî ya Erziromê: Kibaba caxê

Tehma pesendkirî ya Erziromê: Kibaba caxê

Li Erziromê kibaba caxê ya ku bi goştê mih û berxên li zozanan diçêrin tê çêkirin û her wiha bi baharatên taybet tê amadekirin û li ber agirê êzingan tê sorkirin, di meha remezanê da jî tê tercihkirin.

Goştê kibaba caxê ya Erziromê ya ku di 22yê Sibata 2010an da bi îşareta erdnîgariyê hat pesendkirin, berî sorkirinê bi qasî 4 rojan pêş da bi pîvaz, îsot, xwê û qederek baharatan va tê terbiyekirin. Piştî qonaxa terbiyebûnê, goştê jêkirî li şîşên jê ra dibêjin "cax" tên derbaskirin.

Kibaba caxê bi pehnayî li ber agirê êzingan hêdî hêdî tê sorkirin û dema dipije tehma wê pir xweş dibe.

Di meha remezanê da jî gelek xwaringehên bajêr di fitarê da kibaba caxê pêşkêşî mişteriyên xwe dikin.

Hosteyê kibaba caxê Şakir Aktaş ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, cax kibabeke resen a Erziromê ye.

Aktaş bal kişand ku ew kibaba caxê bi goştê mih û berxan çêdikin û her wisa li ber agirê êzingan hêdî hêdî sor dikin ku tehma wê pir xweş dibe.

Aktaş destnîşan kir ku di amadekirina kibaba caxê da hin xalên sereke hene û wiha got:

"Ji bo ku kibab tehmxweş be, goşt dibê baş were terbiyekirin. Ji bo vê jî meriv pêşiyê kejiyan jê dike û ji nava goşt derdixe û 3-5 rojan dide sekinandin. Piştî vê maweyê em goşt di şîşan ra derbas dikin. Paşê jî em sor dikin û ji servîsê ra amade dikin."

Aktaş her wisa bal kişand ku di xweşbûna tehma kibabê da tesîra wê yekê jî zehf e ku goştê tê emilandin, yê heywanên zozanan bin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE