Tehma Sêrtê ya ku di tendurê da tê pehtin: Kebaba buryanê

Tehma Sêrtê ya ku di tendurê da tê pehtin: Kebaba buryanê

Li Sêrtê kebaba buryanê ku di tendûran da tê pehtin, di meha remezanê da jî pir tê xwarin.

Saziya Patent û Marqeya Tirk 19 sal berê kebaba buryanê tescîl kir. Kebab bi goştê berxikên ku ji şîr hatine girtin û li zozanê dest bi çêre kiriye va tê çêkirin. Goşt di tendûrên ku 3 mêtre kûr in û kopên wan mêtreyek e da bi hulmegulmê dipije.

Meha remezanê ne tê da, ev kebab şeveqa sibehê tê xwarin. Di meha remezanê da jî hem di restoranan da tê serwîskirin hem jî wekî pakêt ji malan ra tê şandin.

Hosteyê buryanê Murat Kayaalp ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew di meha remezanê da jî kebaba tescîlkirî çêdikin û didin ber mêvanên xwe.

Kayaalp diyar kir ku amadehiyên kebabê berî remezanê û piştî remezanê di saet 02.00î da dest pê dike, di meha remezanê da jî ji bo bigihêje fitarê ew di saet 11.00î da kargeha xwe vedikin.

Kayaalp daxuyand, goştê berxikan piştî ku ji hestiyan tê cudakirin, ew 2 saetan dipêjin û wiha dewam kir, "Em goştê nerme bi çengelekê va dikin û berjêrî nava tendûrê dikin. Goştê nerme û goştê bi hestî li hev nakeve. Donê ku em bi goştê bihestî va dikin, ser da dinuqute û ev goşt wisa dipije. Goştê nerme jî di hulmegulmê da dipije."

Kayaalp daxuyand ku tu tiştekî din nakeve nava kebaba buryanê û ji bo tenduristiyê baş e.

Kayaalp destnîşan kir ku di meha remezanê da ew li ser sparîşan dixebitin û rojê du caran bi vê rêbazê ew kebaba buryanê amade dikin.

Kayaalp got, "Di remezanê da kesên ku buryanê dixwazin, 5 saet pêş da divê sparîşa xwe bidin." û li ser sparîşê ew vê tehmê ji bajarên wekî Gazîantep, Diyarbakir, Batman û Şirnex û Enqereyê ra dişînin.

- "Mişterî jê hêz dikin û dixwin"


Ji mişteriyan Haydar Surmeyê 90 salî diyar kir ku ev 70 sal e ku li bajêr esnaf e û ji zaroktiya xwe heta niha ew vê kebabê dixwe.

Surme ragihand ku ew bi taybetîî serê sibehê zû kebaba biryanê dixwin lê di meha Remezanê da jî ji bo fitarê dikirin.

Alper Arik jî destnîşan kir ku di rojên asayî da servîsa wan serê sibehê dest pê dike û ber bi nîvrojê diqede lê di meha Remezanê da qelebalixî ber bi fitarê zêdetir dibe.

Ahmet Erbek jî got ku li bajêr berê di meha Remezanê da kebaba biryanê nedihat çêkirin lê ev çend salên dawîn e êdî tê çêkirin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE