Tehmên bitescîl ên Şanliurfayê dibin marqe

Li Şanliurfayê Şirketa Anonîm a Pêşxistina Turîzmê ya Şanliurfayê ku bi tevkariya walîtî, şaredarî û Midûriya Çand û Turîzmê ya Bajêr hat avakirin, ji bo fistiq û îsota bajêr ambalaja nû ya ku bi taybetî hatiye sêwirandin, çêkir.

Tehmên bitescîl ên Şanliurfayê dibin marqe

Li Şanliurfayê fistiq û îsota ku tescîla wan a coxrafî heye, bi marqeya xwe ya nû va li benda kiryaran e.

Li Şanliurfayê Şirketa Anonîm a Pêşxistina Turîzmê ya Şanliurfayê ku bi tevkariya walîtî, şaredarî û Midûriya Çand û Turîzmê ya Bajêr hat avakirin, ji bo fistiq û îsota bajêr ambalaja nû ya ku bi taybetî hatiye sêwirandin, çêkir.

5 cure îsot di qutiyên nû yên bedew da hatin bicihkirin û li ser wan nîşeyên hişyariyê nivîsar in. Her wiha fistiqa herî bi qalîte jî bi marqeya "Taste Of Urfa"yê li benda xerîdaran e.

Ber li ser înternetê li ser gelek malperên danûstandinê yên neteweyî û navneteweyî tên firotin. Kesên bixwazin dikarin ji esnafê herêmê jî bistînin.

Tehmên bê hempa di navbera 50 û 70 lireyî da tên firotin.

Midûrê Şirketa Anonîm a Turîzmê ya Şanliurfayê Mehmet Uncu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, li bajêr tehmên bêhempa hene û bajêr li herêmê ser erdnîgariyeke taybet ava bûye.

Uncu diyar kir ku mexseda wan berên xwemalî ên bitescîl bibin marqe û wan wek sazûmanî gelek lêkolîn û tevkarî kirin.

Uncu destnîşan kir ku li Şanliurfayê tescîla coxrafî a 30 beran hene û wiha dewam kir:

"Mebesta me ew e ku em berên herêmî yên Şanliurfayê têxin marqe da wek online li ser marketên sanal werin firotin. Me bi îsotê dest pê kir û em ê paşê bi xidayên ku tên pakêtkirin va dewam bikin." 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE