Tehmên havînê ji bo zivistanê tên amadekirin

Li Gaziantepê ji nebatên tehmên havînê bacik, balîcan û kundir ji niha va bo zivistanê di bin germahiya 40 pileyî da tên hişkirin.

Tehmên havînê ji bo zivistanê tên amadekirin

Li Gaziantepa bajarê ewil ê gastronomiyê yê Tirkiyeyê ji niha va bo zivistanê amadehiyan dest pê kiriye û ji nebatên tehmên havînê bacik, balîcan û kundir di bin germahiya 40 pileyî da tên hişkirin.

Bacik, îsot, firingî, balîcan û kundirên ji bo dolmeyan ji alî paleyên demsalî va bi ked û xebateke zor û zehmet va tên amadekirin.

Sewzeyên ku tên berhevkirin hundirê wan ji alî jinên taxî va tê paqijkirin û her rêzek ji 50î hebî pêk bê bi ben va tên rêzkirin. Ji bo awayek baş hişk bibin jî derdixin girên bilind ên bajêr û li ber tavê dadiliqînin.

Sewzeyên li benda hişkbûnê disekinin qasî 10 rojan daliqandî dimînin û piştî berhevkirinê jî tên pakêtkirin û ji bajêr ra tên şandin.

Hemû sewzeyên ku ji hemû merheleyan xilas dibin ji bo welatiyên hundir û dervayî welêt êdî amade ne û him li hundir û him jî li dervayî welêt tên firotin.

Xebatkarên di karê hişkirinê da dixebitin daxuyanî dan nûçegihanê AAyê û gotin ku pirsgirêka sereke ya vî karî germa zêde ye û ew digel zor û zehmetiyê ji bo debarê li ser karê xwe ne.

Esnafên bajêr jî êdî sewzeyên hişkirî yên îsal êdî li pêş dikanên xwe daliqandine û li benda kiryarên wan in.

Bihayê rêzeke sewzeyên hişkirî ku 50 heb tê da hatine rêzkirin bi 20 lireyî tê firotin û ber bi zivistanê va wê biha zêde bibe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE