Tehîna ku li rontika Colemêrgê çêdibe, bi tam û lezeta xwe bala her kesî dikişîne. gundiyên ku tehînê çêdikin him difiroşin him jî ji bo xwarina malê didin radikin.
Tehîna Rontika Colemêrgê gelek navdar e.
Lewra bi tam û lezeta xwe ya organîk pir tê ecibandin.
Gundiyên ku tehînê çêdikin ewilî kunciyan li ber tavê ziwa dikin, paşê jî di sêlên mezin de li ser êgir diqewirînin.
Herî dawî jî dibin li aşê gund dihêrin û dikin tehîn.
Gundiyên ku bi vî karî re mijûl dibin dibêjin: “Em tehînê bi usûla kal û pîran çêdikin. Ji bo vê jî bi tam û lezet û organîkbûna xwe gelek tê acibandin û xwarin.
Çêkirina tehînê ji bo gundiyan bûye deriyê qezencê.
Çimkî gelek malbat bi vî karî debara xwe dikin û zarokên xwe didin xwendin.