Tej û xalîçeyên jîrkiyan

Bi xêra kursên li gundan berhemên taybet hêj jî tên çêkirin

Tej û xalîçeyên jîrkiyan

Walîtiya Şirnexê, bi hevkariya îdareya GAP’ê li gundên bêşebabê kurs vekirin. Jinên bêşebabî jî li van kursan tej û xalîçeyên jîrkiyan çêdikin.

Teknolojiyê gelek tişt hêsan kirin lê pirr tiştên taybet jî ji çanda me birin..

Walîtiya Şirnexê ji bo ku yek ji van taybetiyên kultura me, xalîçe û merşikên destkarî neqedin, bi alîkariya îdareya GAP’ê projeya “li her gundî kursek” da destpêkirin.

Li kursên Bêşebabî, xanim û kebanî tej û xalîçeyên Jîrkiyan çêdikin.

Ev mehfûr, li herêmê bi nav û deng in.

Bi xêra van kursan ev taybetiya eşîra Jîrkiyan dê jibîr nebe.

Jin ji van kursan gelekî razî ne.

Dîroka nûkirinê: 29 Çile 2019, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE