Teklîfa Qanûna Budçeya Rêvebiriya Navendî a Sala 2021an ya îmzaya Serokomar Erdogan lê heye pêşkeşî Serokatiya TBMMyê hat kirin.
Budçeya sala 2021an li gor esasên Bernameya Budçeyê hat amadekirin. Pereyên di Budçeya Rêvebiriya Navendî da wê bêne dayîn di nav 68 bernameyan da hatin parvekirin.
Budçeya 2021an ji bo hikûmetên AK Partiyê bû budçeya cara 19emîn ku hat amadekirin, ji bo piştî derbasbûna Pergala Hûkûmetê ya Serokomariyê jî bû budçeya cara 3yemîn hat amadekirin.
Di teklîfa budceya sala 2021î da herî zêde ji bo projeyên veberhênanê zêde pere hat veqetandin. Di vê çarçoveyê da di sala 2020î da pereyê mesrefên sermayayê ya ku 56,6 milyar lire bû ji sedî 83 zêde bû (47,1 milyar lire zêdebûnê va) û bû 103,7 milyar lire.
Di sala 2021î da mesrefên budceyê wek trîlyonek û 346,1 milyar lire, mesrefên ji bilî faîzê trilyonek û 166,6 milyar lire, dahatên budceyê trilyonek û 101,1 milyar lire, dahatên bacê 922,7 milyar lire û kêmdana budceyê jî 45 milyar lire hat eşkerekirin.
AA