Teklîfa Reforma Darazê bû qanûn

Teklîfa Qanûnê ya Hin Qanûnan Diguherîne û Qanûna Mehkemeya Cezayê jî di nav da ye û li gor hedef û armancên di çarçoveya Belgeya Stratejiya Reforma Darazê da hatibû amadekirin bi destê Lijneya Giştî ya Meclisê hat qebûlkirin û bû qanûn

Teklîfa Reforma Darazê bû qanûn

Teklîfa Qanûnê ya Hin Qanûnan Diguherîne û Qanûna Mehkemeya Cezayê jî di nav da ye û li gor hedef û armancên di çarçoveya Belgeya Stratejiya Reforma Darazê da hatibû amadekirin bi destê Lijneya Giştî ya Meclisê hat qebûlkirin û bû qanûn.

- Li gor qanûnê, fikr û daxuyaniyên ji sînorê xeberdayînê derbas nabin an jî wekî rexneyê hatine parvekirin ew ê nebin sûc.

- Parêzerên li Baroyê qeydkirî ne û herî kêm 15 sal e wezîfeyê dikin dikarin pasaporta kesk bistînin.

- Ji bo kesên di çarçoveya Rewşa Deresayî ya di 21ê tîrmeha 2016an da hatibû îlankirin da ji ber têkildarbûn û endamtiya rêxistina terorê pasaportên wan hatine sitandin an daxwaza wan a pasaportê hatiye redkirin Wezareta karên Navxweyî ew ê lêkolînê bike û paşê pasaportê bide wan.

- Di serîlêdana staja parêzeriyê û staja noteriyê da ew ê şertê serkeftina Ezmûna Ketina Meslekên Hiqûqê were xwastin.

- Di daraza îdarî da ew ê bikaribin bi neqla deng û dîmenan rûniştinê bikin.

- Dema girtîbûnê ya di asta lêpirsînê da ji bo karên nakevin ber wezîfeya mehkemeya cezayê giran ew ê ji 6 mehan, ji bo karên dikevin ber wezîfeya cezayê giran jî ew ê ji salekê derbas nebe.

- Usilên mehkemeya bilez û daraza hêsan ew ê tevlî sîstema darazê bikin.

- Îdianameyên bêyî komkirina delîlên rasterast tesîrê li ser encama sûc dikin hatine amadekirin, li ser lêpirsînên dibê ji bo wan destûr werin sitandin an jî bêyî destûr hatine amadekirin jî ew ê werin îadekirin.

- Sûcên îxlakirina azadiya kar û xebatê, bi nebaşî bikaranîna pêewlebûnê, kirîna amûra sûc an jî qebûlkirina wê jî ew ê têkevin çarçoveya lihevkirinê.

- Sûcên di çarçoveya lihevkirinê û peredayîna pêşiyê da ne li tev, dozgerê komarê di sûcên ji bo wan ji 3 salan kêmtir cezayê hepsê lazim dike da ew ê bikaribe vekirina doza kamuyê ji bo 5 salan paşda biavêje.

- Beyanên di asta lêpirsînê da yên zarokên mexdûrên îstismara cinsî ew ê di nezareta dozgerên komarê da bi destê pisporan li navendên xizmetê didin wan werin hildan.

- Çarçorveya biryarên mehkemeya edliyeya herêmê temyîz dikin ew ê were berfirehkirin.

- Biryarên daîreyên ceza yên dadgehên edliyeya herêmê ji ber sûcên wekî tehrîka ji bo kirina sûc, tehdîda bi armanca tirs û tevliheviyê ya di nav gel da, piçûkdîtin û tehrîka ji bo dijmintiya di nav gel da, heqreta li serokomar, piçûkdîtina elametên desthilatdariya dewletê, piçûkdîtina miletê Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê û eza û pareyên wê, rêxistina çekdarî, sarkirina ji eskeriyê ew ê werin temyîzkirin.

- Ji bo zarokên 15 saliya xwe hê temam nekirine û ji 15 salî piçûktir in dema paşdaavêtina vekirina doza kamuyê ew ê qasî 5 salan be.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Cotmeh 2019, 10:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE