Tekstîlkaran protokoleke hevkariyê îmze kir

Lijneya Birêvebirinê ya Federasyona Modeyê û Cilên Amade ji bo protokolê hat Mardinê 

Tekstîlkaran protokoleke hevkariyê îmze kir

Rêvebiriyên federasyona modeyê û kincên amade (mhdf) ji bo protokolekê li mêrdînê hatin cem hev. ji gelek bajaran zêdetirî 80 endamên 32 komele û fîrmayên tekstîlan ji bo civînê hatin bajêr. piştî civînê di navbera du komeleyên tekstîlê de protokoleke hevkariyê hat imzekirin. 

Bajarê Mêrdînê her ku diçe ji aliyê sektora tekstîlê ve bi pêş ve diçe. 

Li bajêr komeleyên tekstîlê xebatên xwe yên bi bajarên din re jî xurt dikin. 

Di vê çarçoveyê de Lijneya Birêvebirinê ya Federasyona Modeyê û Kincên Amade hate Mêrdînê. 

Ji bona civînê ji gelek bajarên Tirkiyê jî nêzî 80 tekstîlkar hatin bajêr. 

Piştî civînê di navbera Komeleya Penye, Konfeksiyon û Kincên Amade ya Dîlokê û Komeleya Pîşesazên Tekstîlê ya Mêrdînê de protokoleke hevkariyê hat imzekirin. 

Di bin banê Konfederasyonê de nêzî 32 komele û 10 hezar fîrma hene. 

Federasyon ji bo sektora tekstîla ya li herêmê xebatên gelek girîng dike. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE