Telebeyê Bedîuzzeman Seîdê Nursî Husnu Bayramoglu wefat kir

Husnu Bayramogluyê telebeyê Bedîuzzeman Seîdê Nursî, dê roja sêşembê bê definkirin

Telebeyê Bedîuzzeman Seîdê Nursî Husnu Bayramoglu wefat kir

Husnu Bayramogluyê telebeyê Bedîuzzeman Seîdê Nursî, dê roja sêşembê bê definkirin.

Li gorî agahiyan dê roja sêşembê li Mizgefta Eyupsultanê, piştî nimêja nîvro, nimêja cenazeyê li ser bê kirin.

Cenazeyê Bayramoglu dê li Goristana Eyupsultanê ku telebeyên din ên Bedîuzzeman jî lê ne, bê definkirin.

Husnu Bayramoglu

Husnu Bayramoglu sala 1935an li Safranboluya navçeya Karabukê hat dinyayê. Di 7 saliya xwe de dest bi nivîsandina Rîsaleyên Nûr kir. Bayramogluyê ku sala 1949an bi Bedîuzzeman re hevdu naskirin sala 1950 kete xizmetê. 

Bayramoglu heta wefata wî li cem Bedîuzzeman bû û di xizmetê de bû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE