Telefonên beredayî yên tên 112ê

Li Mardinê di salekê de milyonek û 254 hezar caran telefonî 112ê kirin, %84ê wan beredayî ne 

Telefonên beredayî yên tên 112ê

Li Mêrdînê, welatiyan di salekê de milyonek û 254 hezar caran telefonî navenda 112ê kir. mixabin ji sedî 84ê wan bê esil û ne rast bûn. xebatkarên navenda 112ê ji welatiyan dixwazin ku dema hewce neke li wan negerin û li ber telefonên girîng nebin asteng. 

 “Makîneya min a cilan xira bû”, “Çûka min mir” , “Ez çi xwarinê çêkim?”... 

Navendên 112ê yên li welêt gelek caran ji ber sedemên wisa tên meşgûlkirin. 

Li Mêrdînê jî Navenda 112ê bi telefonên beredayî tên meşgûlkirin. 

Li tevahiya bajêr welatiyan di salekê de milyonek û 254 hezar caran telefonî 112ê kir. 

Ji sedî 84ê wan telefonan an beredayî bûn, an jî ne rast. 

Rêvebir û xebatkarên Navenda 112ê ji welatiyan dixwazin ku ji bo tiştên beredayî li wan negerin. 

Xebatkar dibêjin ku ji ber telefonên beredayî hin caran jiyana mirovan jî dikeve talûkeyê û cizayê wê jî heye. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE