Wezîrê Hawîrdor û Bajarvaniyê Murat Kurum der barê Projeya 100 Hezar Avahiyên Civakî Yên Nû da daxuyand temelê van avahiyan wê di dawiya meha hezîranê da bêne avêtin.
Wezîr Kurum li ser hesabê xwe yê Twîtterê got peşka Projeya 100 Hezar Avahiyên Civakî Yên Nû wê îro bêne avêtin.
Kurum got peşka projeyên Manîsa, Koprubaşi, Akhîsar, Salihlî û Denizlî Guneyê wê îri bêne avêtin.
Kurum di peyama xwe da wiha got: "Dîmênên peşkavêtinê wê li ser hesabên civakî yên Serokatiya TOKIyê zindî bên weşandin. Ji bo welatiyên me yên destteng bikaribin bi hêsanî bibin xwedî avahî emê peşka 64 hezar avahiyan jî rojên pêş me bavêjin. Temelê avahiyên me wek ku me soz dabû emê di dawiya meha Hezîranê da bavêjin. Bila Xêr be."AA