Temo: Em piştgiriyê didin operasyona Tirkiyeyê

Weqfa Mîratên Tirkan a li Washîngtonê, li Emerîkayê civîna Rastiyên Jeopolîtîk û Pêşeroja Sûriyê li dar xist.

Temo: Em piştgiriyê didin operasyona Tirkiyeyê

Sûriyeyiyan di civîna li Emerîkayê de piştgirî da Tirkiyê û gotin: ji bo me tu ferqa ypg/pkk ji deaşê tune. Li sûriyê hebûna ypg/pkkê pirsgirêk e û ev yek bi destê emerîkayê hat kirin. Niha Tirkiye dixwaze vê meselê çareser bike. Serokê kombenda kurdên sûriyê ebdulezîz temo jî got: Tirkiye dixwaze sînorên xwe ji rêxistina terorî pkk/ypgê biparêze.

Weqfa Mîratên Tirkan a li Washîngtonê, li Emerîkayê civîna Rastiyên Jeopolîtîk û Pêşeroja Sûriyê li dar xist.

Serokê Kombenda Kurdên Serbixwe yên Sûriyeyê Ebdulezîz Temo, Serokê Konseya Emerîkî û Sûriyeyî ya Yekgirtî Hemdî Rîfaî, Serokê Lijneya Rêvebirina Analîtîk a Welatên Kendavê Giorgio Cafiero û nûçegihana rojhilata navîn a TRT Worldê Sara Firth wek axaftvan beşdarî civînê bûn.

Serokê Kombenda Kurdên Sûriyê Ebdulezîz Temo diyar kir ku ew piştgiriyê didin têkoşîna li dijî terorê ya Tirkiyê.

Serokê Kombenda Kurdên Serbixwe yên Sûriyeyê Abdülaziz Temo: ypg/pkk jî bi qasî deaş’ê ji me re talûke ye. Pkk terorîstên xwe yên ku ne ji sûriyê ne şandine sûriyê. Tirkiye mafdar e ku vê operasyonê dike. Dixwaze sînorên xwe ji rêxistinên terorî biparêze.

Serokê Konseya Emerîkî û Sûriyeyî ya Yekgirtî Hemdî Rîfaî jî da zanîn YPG/PKK ji bo Sûriyê pirsgirêk e û Tikriye hewl dide vê pirsgirêkê çareser bike.

Serokê Konseya Emerîkî û Sûriyeyî ya Yekgirtî Hamdi Rifai : Lihevkirina Emerîka û YPGê şaş bû. Lewra ypg di bin kontrola pkk’ê de ye. Emerîka li sûriyê pirsgirêka pkk/ypg’ê derxist û tirkiye jî dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike. Tirkiye ev demeke dirêj e mitefîkê emerîkayê ye û lazim e emerîka vê pirsgirêkê çareser bike.

Rîfaî da zanîn Tirkiye operasyonê bi baldarî dimeşîne û îdiayên qirkirina netewekê ne rast in.

Serokê Lijneya Rêvebirina Analîtîk a Welatên Kendavê Giorgio Cafiero (CORCO KAFÎERO) jî piştgiriya Emerîkayê ya ji bo Fetoyê bi bîr xist. Kafîero da zanîn di wextê hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê de sekna Serokê Emerîkayê Barack Obama şaş bû. Ji ber vê helwestê êdî Tirkiye wekî berê baweriya xwe bi Emerîkayê nayîne.

Dîroka nûkirinê: 22 Mijdar 2019, 16:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE