Tengava Çanakkaleyê ji ber mijê ji derbasbûna keştiyên transît ra hat girtin

Tengava Çanakkaleyê ji ber mijê ji her du aliyan va jî ji derbasbûna keştiyên transît ra hat girtin

Tengava Çanakkaleyê ji ber mijê ji derbasbûna keştiyên transît ra hat girtin

Mija ku di Tengava Çanakkaleyê da çêbû, çûyîn û hatina ser behrê dixe tengasiyê.

Li herêmê ji nîvê şevê pê va mij zêde bû û mesafeya dîtinê kêm bû.

Midûriya Xizmetên Trafîka Keştiyan a Tengava Çanakkaleyê (VTS) di bêtêlê da kaptanên keştiyan ên ku ji bakur û başûr va dikevin tengavê hişyar kirin ku tengav ji her du aliyan va ji derbasbûna keştiyan ra hat girtin.

Li gor daxuyaniyê piştî ku mij rabe, çûyîn û hatina keştiyan wê normal bibe.

Ji aliyê din va çûyîn û hatina ferîbotê ya xeta Gelîbolu-Lapsekiyê ji ber mijê hat sekinandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE