Teqemeniya ku bi destê PKKyê hatiye çalkirin teqiya: 2 şehîd, 7 birîndar

Li Îdila navçeya Şirnexê, teqemeniya destçêkirî ya ku bi destê terorîstên PKKyî hatiye çalkirin teqiya û di encamê da 2 peywirdarên ewlekariyê şehîd bûn, 7 peywirdarên ewlekariyê jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, ji hêla Fermandariya Cendirmeyê Navçeya Îdilê hat tesbîtkirin ku li tanga Girê Pisikayasi ya nêzîkî gundê Sarikoyê ku dikeve ber qada berpirsiyariya Fermandariya Qereqola Cendirmeyê ya Haberliyê, bi destê mensûbên rêxistina terorê PKKyê teqemeniya destçêkirî hatiye çalkirin.

Gava ekîbên pispor midaxaleyî teqemeniya destçêkirî dikir, teqîn çêbû û di encamê da 2 peywirdarên ewlekariyê şehîd bûn, 7 peywirdarên ewlekariyê jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê da herwiha hat balkişandin ku operasyonên dijî terorê bi biryardarî dewam dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE