Li Batmanê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da di nav axê da çalkirî teqemeniya destçêkirî û panelên tavê hatin dîtin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên asayîşê hat hildan, ekîbên Fermandariya Cendirmeya Bajêr, ji bo berterefkirina terorîstên PKKyî, tesbîtkirin û îmhekirina sitargeh û depoyan li ser sînorê navçeya Sason û Kozlukê operasyon kir.
Di operasyonê da di nav axê da çalkirî di nav tenekeyên 18 kîloyî da teqemeniya destçêkirî, têlefon, bêtêl, 2 panelên tavê ku li gor nirxandinê bataryayên cîhazên elektronîk pê hatine şarzkirin, 10 mêtre qablo, 6 bloqên pîlan, lîtreyek mazot û cil û berg hatin bidestxistin.
Alavên ku delîl in hatin mihafezekirin, ên din hatin îmhekirin.
Li herêmê operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê didomin.
AA