Wezîrê Berevaniya Neteweyî Hulusî Akar piştî teqîna li Baregeha Girê Sunguyê ji bo lêkolînê bike bi Orgeneral Yaşar Gulerê Sererkan û Orgeneral Umît Dundarê Fermandarê Hêzên Beja ra hat Hekariyê.
Orgeneral Metîn Temelê Fermandarê Artêşa 2yan û rayederên esker li Balafirgeha Selaheddîn Eyyubî ya Yuksekovayê pêşwaziya Wezîr Akar û fermandarên pê ra ki.
Wezîr Akar der barê teqîna li Baregeha Girê Sunguyê da agahî sitand û telîmat dan.
Wezareta Berevaniya Neteweyî diyar kiribû ku li gor agahiyên ewil, li Baregeha Girê Sunguyê di dema guleberdanê da qeza çêbû û di qezayê da 25 esker birîndar bûn û xebatên lêgerîna 7 eskeran hê dewam dikin.
Wezîr Akar li nexweşxaneyê eskerên ku tedawiya wan tê kirin ziyaret kir.