Serodozgeriya Komarê ya Sakaryayê der barê teqîna li fabrîkeya fişekên hewayî ya ku li Hendeka navçeya Sakaryayê qewimî da ji bo 3 kesan biryara binçavkirinê derxist.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hilda Serodozgeriya Komarê ya Sakaryayê der barê bûyerê da bi hûrgilî lêpirsînê didomîne.
Di çarçoveya lêpirsînê da der barê midûrê berpirsyar û 2 serhosteyan da biryara binçavkirinê hat derxistin.
Li Yukariçaliya ser Hendeka navçeya Sakaryayê li qada 15 donimî ya li serê fabrîkeya fişekên hewayî hebû duh di saet 11.15an da teqîn pêk hat û ji 50 kîlometre dûrî bûyerê jî dengê teqînan hat bihîstin. Hat ragihandin ku di teqînê da 4 kes mirin, 114 kes birîndar bûn û 3 kes jî winda ne.AA