Terawîha ewil a meha Remezanê dê sibê bê kirin

Terawîha ewil a meha Remezanê dê sibê bê kirin

Terawîha ewil a meha Remezanê dê sibê li tevahiya welêt di 90 hezar mizgeftî da bi cemaet bê kirin.

Li Tirkiyeyê di çarçoveya tedbîrên Kovîd-19ê da nimêja terawîhê di 2 salên derbasbûyî da li mizgeft û mescidan nehat kirin.

Piştî destnîşankirina tedbîrên nû, Serokê Karûbarên Diyanetê Ali Erbaş diyar kir, mîna nimêjên pênc wextan nimêja terawîhê jî dê li mizgeftan bi cemaetê bê kirin.

Di mizgeftan da di meha Remezanê da hemû fealiyetên îrşadê dê rûbirû bên kirin. Her wisa tedbîrên paqijî û maskeyê yên Serokatiya Karûbarên Diyanetê dê berdewam bin.

- Terawîha ewil dê li Hekariyê were kirin

Li Tirkiyeyê terawîha ewil dê li Hekariyê di saet 19.51ê da ya dawîn jî li Edîrneyê di saet 21.08an da bê kirin.

Her wisa terawîha ewil dê li Stenbolê di saet 20.57an da, li Enqereyê 20.39an, li Îzmirê 20.59an û li Bursayê jî di saet 20.55an da were kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE