Tercihên zanîngehan dest pê dikin

Namzed wê di navbera 27ê Tîrmehê û 5ê Tebaxê de tercihên xwe bikin 

Tercihên zanîngehan dest pê dikin

encamên azmûna yks’ê eşkere bûn û ji bo xwendekaran vê carê jî kelecana tercîhan dest pê kir. tercihên rast jî bi qasî îmtihanê giring in. lê gelo divê xwendekar tercîhên xwe çawa bikin?

Xwendekarên ku haziriya zanîngehê dikin, ji bo wan pêvajo û kelecaneke nû dest pê dike.  

Tercîhên zanîngehan roja 27ê Tîrmehê dest pê dikin. 

Ji bo keda xwendekaran bela sebeb neçe divê bala xwe bidin tercihan. 

îsal zêdetirî 3 milyon nemzedên zanîngehê ketin azmûnê, li gorî sala par pûan zêde bûn lê rêz daketin.   

Di tercîhan de pispor hişyar dikin ku ya giring rêza xwendekaran e. 

Mamoste Zozan Bahar Okê got ku divê namzed li gorî daxwaz û meyla xwe, beşên universiteyê tercih bikin. 

Li gorî daxuyaniya OSYMê tercih wê di navbera 27ê Tîrmehê û 5ê Tebaxê de bên kirin. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE