Termînala nû ya Muşê xilas bû

Otogara nû ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ve hat vekirin.

Termînala nû ya Muşê xilas bû

Otogara Mezın a Muşê 3 sal şûn de hat vekirin. Ji bo vekirina termînalê li bajêr merasîmek hat lidarxistin. Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman soylu jî beşdarî merasîmê bû.

Otogara ku ji aliyê şaredariyê ve hat çêkirin, di 3 salan de xilas bû.

Ji bo vekirina otogara nû, merasîmek hat lidarxistin.

Di serî de Wezêrê Karên Navxweyî Süleyman Soylu, gelek rayedarên bajêr beşdarî merasîmê bûn.

Piştî axaftin û diayên ku hatin kirin termînala nû dest bi xizmetê kir.

Dîroka nûkirinê: 01 Çile 2020, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE