Li Batmanê ji bo çûyîn û hatina navçeyan û bajarên derdorê, par hîmê otogareke nû hat danîn. termînala nû li ser 24 doniman, bi awayekî modern hat çêkirin. otogar bi merasîmeke fermî vebû.
Ji bo çûyîn û hatina navçe û bajarên nêz ên Batmanê otogareke nû hat çêkirin.
Otogara navçeyan a nû li ser 24 hezar metrekareyî, bi awayekî modern hat avakirin.
Cîgirşaredarê Batmanê Ertuğ Şevket Aksoy:Me ev tesîs tenê ji bo xizmeta xelkê XWe çêkir. Ev 30 meh in ku em ji bo xizmeta welatiyên xwe dixebitin. Termînala nû ji bo xelkê Batmanê li ser xêrê be…
Di termînalê de ji bo wesaîtên mêvanan cihên otoparkê û seba bêhnvedanê jî kafeteryayeke mezin heye.
Bi otogara nû çav li rê ne ku çûyîn û hatina navçeyan birêkûpêk û hêsantir bibe.