Terorîstê DEAŞî yê bi bultena sor lê digeriyan hat girtin

Terorîstê DEAŞî yê bi bultena sor lê digeriyan hat girtin

Kesekî welatiyê Rûsyayê yê ku endamê DEAŞa rêxistina terorê yê bi bultena sor lê digeriyan bi operasyonê hat girtin.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê bi dest xist, tîmên Şaxa Îstixbaratê ya Midûriya Ewlehiya Enqereyê di xebatên der barê DEAŞa rêxistina terorê da tesbît kirin ku A.R.yê ji Rûsyayê yê ku Interpol bi bultena sor lê digeriyan li Sûriyeyê ji bo DEAŞê dixebite bi dereqanûnî hatiye Enqereyê.

Piştî tesbîtkirina navnîşana wî tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê serê sibê operasyonek kir.

Di operasyonê da A.R. hat binçavkirin.

Li navnîşana wî 4 hezar û 800 dolar, 8 hezar ruble û 16 hezar û 800 lire pere, gelek materyalên dijîtal û nasnameyeke Sûriyeyê ya sexte hat bidestxistin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE