Hat tesbîtkirin ku yek ji 5 terorîstên ku li çolwarê Bayqana navçeya Sêrtê hatin berterefkirin Mehmet Yaman e ku di kategoriya porteqalî da lê digeriyan.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî da dan zanîn ku di çarçoveya operasyonên ewlehiya navxweyî da yek ji 5 terorîstên ku duh bi çekên xwe ra di operasyona duh da hatin kuştin Mehmet Yamanê bi nasnava Cemal e ku bi 600 hezar lire xelatê di kategoriya porteqalî ya "Lîsteya Kesên Ji ber Terorê Lê Digerin" da ye.
Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr di çarçoveya operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê ya li herêma berpirsyariya Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Bayqanê da duh 5 terorîst berteref kiribûn.
AA