Terorîstê ku 7 sal berê banke şêlandibû hat girtin

Terorîstê ku 7 sal berê banke şêlandibû hat girtin

Terorîstê PKKyî yê di sala 2014an da li Beytşebaba navçeya Şirnexê wesayîta pereyan a bankeyekê şêlandibû ji bo çalakiyê hat Wanê û bi destê hêzên ewlekariyê hat derdestkirin.

Di daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya bajêr da hat diyarkirin ku xebatên ji bo deşîfrekirina PKK/KCKya rêxistina terorê û hevkarên wê bênavber dewam dikin.

Di vê çarçoveyê da ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê tesbît kirin ku terorîstê bi navê S.T. yê di sala 2014an da wesayîta pereyan a Zîraatbankê şêlandibû û ji ber sûcê "xirabkirina yekîtiya welêt" lê digeriyan hatiye Wanê.

Terorîstê hat tesbîtkirin li rêyekê digere ku dijî sazî û wezîfedarên dewletê çalakiyê bike bi piştgiriya polêsên herekata taybet Bi operasyonê hat qefaltin.

Di lêgerîna malê da keleşkofek, debançeyek û 2 bombeyên destan hatin dîtin.

Piştî karûbarên fermî S.T. sewqî dadgehê kirin û hat girtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE