Terorîstê PKKyî yê bi qanîkirinê teslîm bibû li Wanê bi malbata xwe ra hat ba hev

Terorîstê PKKyî yê bi qanîkirinê teslîm bibû li Wanê bi malbata xwe ra hat ba hev

Li Wanê terorîstê PKKyî yê bi xebatên qanîkirinê yên cendirmeyan teslîmî hêzên ewlekariyê bibû bi malbata wî ra anîn ba hev.

Di daxuyaniya walîtiyê da hat destnîşankirin ku Fermandariya Cendirmeyên Bajêr xebatên qanîkirina endamên PKKya rêxistina terorê didomînin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Di vê çarçoveyê da bi wan û malbatên wan ra xebatên qanîkirinê hatin meşandin, 3 endamên rêxistina terorê yên di 2014, 2015an da ji Şirnex û Wanê beşdarî PKK/KCKya rêxistina terorê bibûn û li bakurê Iraqê çalakî dikirin li deriyê sînor ê Silopiyê teslîm bûn. Di encama van xebatan da endamekî rêxistina terorê yên di sala 2015an da tevlî rêxistinê bibû û bi qanîkirinê teslîm bû jî bi malbata wî ra anîn ba hev."

Di daxuyaniyê da hat gotin ku endamê rêxistinê li Fermandariya Cendirmeyên Edremîtê bi dê, bav û kalikê wî ra anîn ba hev û got piştî ku tevlî rêxistinê bû rûyê wê yê rastî dît û wiha pê da çû: "Endamê rêxistinê got piştî bi qanîkirinê teslîm bû şewqeta dewletê ji gava ewil pê va dît, bangî terorîstên din kir ku bira teslîm bibin şewqeta dewletê bibînin û bigihîjin malbatên xwe."

Walîtiyê di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku ji bo pêanîna hizûr û ewlehiya herêmê bi piştgiriya gel va operasyonê bi biryardarî û bê navber dewam bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE