Terorîstê teslîm bû qala birina xwe ya çiyê kir

Şikberê li Gazîentabê di çarçoveya lêpirsîna li ser YPG/PKKya rêxistina terorê da dijî wî doz hatibû vekirin ji qanûna poşmanbûnê îstifade kir, 2 sal û mehek ceza xwar.

Terorîstê teslîm bû qala birina xwe ya çiyê kir

Şikberê li Gazîantepê di çarçoveya lêpirsîna li ser YPG/PKKya rêxistina terorê da dijî wî doz hatibû vekirin ji qanûna poşmanbûnê îstifade kir, 2 sal û mehek ceza xwar. Şikbar got ku bi hinceta protestoyê derkete rê û qala birina xwe ya çiyê kir.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Gazîentabê dijî YPG/PKKya rêxistina terorê dimeşîne da E.K.yê ji rêxistinê revî û teslîm bû ji ber sûcê "endamtiya têxistina terorê ya çekdar" dihat darizandin û ji 7,5 salan hetanî 15 salan ji bo wî ceza diha xwestin. Îdianame bi destê Dadgeha Cezayê Giran a 9an hat qebûlkirin.

Di rûniştina ewil a mihkemeyê da ji ber ku agahiyên rêxistinê deşîfre dikin da li gor qanûna poşmanbûnê cezayê wî daxistin 2 sal û mehekî.

E.K. di îfadeyên xwe yên li dozgeriyê û dadgehê da der brê çalakiyên rêxistinê da agahî dan.

E.K. diyar kir ku di sala 2014an da ji bo xebatê çû Îstanbulê û wiha got: "Berê bi rêxistina terorê ra têkiliyeke min tunebû. ê heyamê bûyerên Kobanêyê hebûn. Ez jî çûm avahiya HDPyê ya Umraniyeyê. Li avahiya HDPyê kesekê bi navê 'Xalo' (Dayi) tê zanîn ra axivîm. Bi organîzasyona vî kesî va ez ê biçûma sînor."

- Li kesê bertek nîşan daye tundiya psîkolojîk kirine

E.K. got ji bo beşdarî çalaiyê bibe dibê pêşiyê here Diyarbekirê û wiha pê da çû: 

"Min li otogarê ji texsîvanekî ra got 'Ez ê ji bo Kobanêyê herim nobetê' jê alîkarî xwest. Texsîvan ez birim komeleyê. Li komeleyê merivekî kal hebû. Li cem wî ciwanekî ji Sûriyeyê hebû. Navê "Ernesto" li min kirin. Em bi hevra çûn Şırnakê ê û ji wir ra derbasî Uludereyê bûn. Merivê kal em li wê derê hîştin û çûn. Li mala lê diman bi min ra 6 kes habûn. Ez şevekê li vê malê mam. Sibetirê wesayîteke li ser branda hebû hat ber malê. me wetrê em ê herin sînorê Şanlıurfayê û li wesayîtê siyar bûn. Em birin sînorê Iraqê û derbasî bakurê Iraqê kirin. Dema çûn bakurê Iraqê min ji wan pirsî û got 'ma em ê biçûna sînorê Şanlıurfayê. Ji me ra gotin 'Hûn ê piştî perwerdeyê tevlî têkoşîna dijî DEAŞê bibin'. Ciwanê bi navê "Zerdeş" bertek nîşan da. Destên Zerdeş girê dan û birin ciyekî din. Hefteyek derbas bû paşê anîn. Zerdeşt bibû wekî berxan. dema me xeberda jî got ku bi tena serê wî di ciyekî tarî da girtine."

E.K. destnîşan kir ku li kampa rêxistinê 35-40 roj derbas kirin û paşê di karên wekî girtina nobetê, vedana tunelê, temînkirina erzaq da xebitîn.

E.K. got ku piştî vê birin Sûriyeyê û wiha axivî: "Em li Heleba bajarê Sûriyeê di malekê da 3 meh wekî sivîlan man. Paşê wekî komeke veşartî em şandin Efrînê. dema hatin Efrînê ez revîm û teslîm bûm."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE