Terorîsta jin a PKKyî bi saya qanîkirînê li ser sînorê Suriyeyê teslîm bû

M.B: "Ji ber beşdariya rêxistinê ez pir poşman bûm. Ji ber ku ez gîhiştim malbata xwe ez kêfxweş im."

Terorîsta jin a PKKyî bi saya qanîkirînê li ser sînorê Suriyeyê teslîm bû

Li Şırnakê ji ber qanîkirina polêsan terorîsta jin a PKKyî li ser sînorê Suriyeteslîmî hêzên ewlehiyê bû.

Tîmên Ewlehiya Şırnakê ji bo ku kesên beşdarî refên PKKya rêxistina terorê bûne teslîm bibin xebatên xwe didomînin.

Di vê çarçoveyê da bi kordînasyona Wezareta Navxweyî MÎTê û Midûriya Ewlehiya Şırnakê xebatek kir û M.B. (22) ya 5 sal berê beşdarî refên rêxistina terorê bûye li Nisêbîna Mêrdînê teslîm bû.

Tîman M.B. anîn Şırnakê û ew bi du xwîşkên wê û mêrê xwîşkeke wê va anîn bal hevdu.

Di hê hevdîtinê da ew hestiyar bûn M.B. giriya.

M.Byê li vir daxuyanî da rojnamevanan û got di sala 2015an da ji ber sedemên malbatî ew beşdarî rêxistinê bûye.

M.Byê got wê li bakurê Iraqê û Suriyeyê di nav YPJya şaxa jinan a YPG/PKKya rêxistina terorê da çalakî pêk anîye.

Ji bo sedema teslîmbûyîna xwe M.Byê got dema wê dîtiye ciwan ji rêxistinê direvin û teslîm dibin wê jî xwestiye teslîm bibe û wiha axivî: "Ji ber beşdariya rêxistinê ez pir poşman bûm. Ji ber ku ez gîhiştim malbata xwe ez kêfxweş im."

Xwîşkên wê jî kêfxweşiya xwe anîn ziman ku ew gihîştine xwîşka xwe û spasiya polêsan kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE