Terorîsta ku li Batmanê bi rêya qanîkirinê teslîm bû gihîşt dayika xwe

Terorîsta ku li Batmanê bi rêya qanîkirinê teslîm bû gihîşt dayika xwe

Li Batmanê teorîsta jin a PKKyî ya bi rêya qanîkirinê teslîmî hêzên ewlehiyê bû û diya wê hatin bal hevdu.

Terorîsta jin ya ku 8 sal berê dema 14 salî bû û ew ji Stenbolê revandine çiyê û terorîstekî mêr yê ji Ewropayê revandine çiyê bi alîkariya tîmên Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiya Bajêr (TEM) û tîmên şaxa Îstixbaratê li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê ya li Silopiya navçeya Şirnexê teslîmî polêsan bûn.

Polêsan ew anîn Batmanê, piştî kar û barên fermî li Midûriya Şaxa TEMê terorîsta jin û dayika wê hev dîtin.

- "Bila tu kes dev ji zarokên xwe bernede"

Dayika 8 sale çavê wê li rêya qîza wê bû kêfxweşiya xwe anî ziman û sipasiya her kesî kir.

Dayikê wiha got: "Ez gelekî spasiya Midûriya Ewlehiya Batmanê dikim. Ez bangî hemû dayikan dikim bila tu caran dev jê bernedin. Min jî dev ji qîza xwe berneda. 8 sal bûn ku çavên min li rê bûn. Min got ewê rojekî vegerin. Înşallah yên li Diyarbekirê jî wê bigîhêjin zarokên xwe."

Terorîsta jin jî got tiştên tên gotin û rastiya li çiyê ne wek hev in û wiha axivî: "Li wir tundiyê dikin. Zexta derûniyê pir e. Min sê caran hewl da ez birevim, lê ez hatim girtin. Dema ez girtim îşkence li min kirin."

Terorîstê bangî ciwanan kir ku bila ew neçin çiyê û ji endamên rêxistinê ra jî got bila ew teslîm bibin û wiha dewam kir: "Li wir dibêjin dema hûn herin Tirkiyeyê wê îşkenceyê li we bikin, lê dema em hatin sînor tîmên Midûriya Ewlehiya Batmanê pêşwaziya me kirin. Karmendên jin bi min ra eleqedar bûn, tu pirsgirêk çênebû û min xwe di ewlehiyê da hîs kir. Li me xwedî derketin û em bi malbatên xwe ra hatin bal hev. Ji roja ku em hatin heta niha ji bo me kedê didin. Ez spasiya Midûriya Ewlehiya Batmanê dikim."

Terorîstê mêr jî wiha got: "Jiyana li wir ne wek jiyana ku dibêjin e. Zehmet e û mriv nikare li ber xwe bide."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE