Rêxistina terorî pkk/ypg’ê li sûriyê berê xwe da sivîlan. di êrîşên hewanan de li riha û mêrdînê 7 kes şehît ketin, 70 jî birîndar bûn.
Hewanên terorîstan li Akçakale, Serêkanîyê û Bîracika Rihayê û Nisêbîna Mêrdînê li mal û kargehan ketin.
Walîtiya Rihayê ragihand ku di êrîşan de Mihemed Omerê 9 mehî û karmendê daîreya bacê Cihan Güneş şehîd ketine.
Di êrîşên li Serêkaniyê de jî Elîf Terîma 11 salî û Mazlum Güneş li nexweşxaneyê şehîd bûn.
Li navçeyê 44 kes jî birîndar bûn.
Li Bîracikê jî topên hewanê li wesaîtekê ketin. Di wê êrîşê de jî yek ji wan zarok 2 kes birîndar bûn.