Terorîstan di binê mizgeftê da sitargehek ava kirine

Li Liceya navçeya Diyarbekirê di binê mizgefteke nayê bikaranîn da sitargeheke ji hêla terorîstan va hatiye çêkirin, hat dîtin

Terorîstan di binê mizgeftê da sitargehek ava kirine

Li Liceya navçeya Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da di binê mizgefteke nayê bikaranîn da sitargehek hat dîtin.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat gotin tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr di 22yê Çileya Paşîn da li çiya û deştên başûrê navçeya Liceyê dijî PKKya rêxistina terorê operasyon kirin.

Hat gotin "Operasyona Yekîneya Taybet a Cendirmeyê Şehîd Çawîşê Pispor Zînnur Ezîm-46" duh saet 21.00an da temam bû.

Walîtiyê daxuyand li taxa Çavundurê di binê mizgefteke nayê bikaranîn da sitargeheke ji hêla terorîstan va ji bo hewandina zivistanê hatiye çêkirin, hat dîtin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Di lêgerîna sitargehê ya zivistanê da 2 çenteyên alîkariya ewil ên ku di bin axê da hatine çalkirin û tê da derman û alavên tibbî hene, 2 stûmal, 5 pîneyên pê birînan dipêçin, 2 setên serumê, dermanê astimê, 2 folyoyên aluminyon hatin bidestxistin. Di operasyonê da li 5 avahiyan lêgerîn hat kirin û lêpirsîna 45 kesan û 5 wesayîtan hat kirin."

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Çile 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE