Terorîstên teslîm bûn qala rûyê reş ê PKKyê kirin

Bi saya xebata qanîkirina ekîbên Fermandariya Cenderme ya Bajarê Wanê li Şirnexê 2 terorîstên jin ên endamên PKKyê teslîmî hêzên ewlehiyê bûn. Terorîstan di îfadeyên xwe da got ku mirûz û motîvasyona di nav rêxistinê da nemaye

Terorîstên teslîm bûn qala rûyê reş ê PKKyê kirin

Bi saya xebata qanîkirina ekîbên Fermandariya Cenderme ya Bajarê Wanê li Şirnexê 2 terorîstên jin ên endamên PKKyê teslîmî hêzên ewlehiyê bûn û gotin ku di nav rêxistinê da mirûz û motîvasyon nemaye.

Walîtiyê di daxuyaniya xwe da ragihand ku Fermandariya Cenderme ya Bajêr ji bo qanîkirin û teslîmbûna terorîstên PKKyî xebatên xwe didomîne.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di 29ê Tebaxê da li Herêma Çiyayê Nimêjê ya Şirnexê 2 terorîstên jin bi rêya qanîkirinê teslîm bûn.

- Di nav rêxistinê da gelek kesên dixwazin birevin hene

Walîtiyê di daxuyaniya xwe da ragihand ku bi mensûbên rêxistinê yên teslîm bûn ra hevdîtin hat kirin û wan got ku rêxistin ji bo ciwanan tevlî nav refên xwe bike wedên derew û propagandayê dike, rêbazên li ser derûniyê tesîr dikin, bi kar tîne, lê mirazê hemû ciwanên tevlî rêxistinê bûne di çavê wan da maye, wan rûyê rêxistinê yê reş ê rastîn dîtine û di nav rêxistinê da gelek kesên dixwazin di fersenda ewil da birevin, hene.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Terorîstan got ku gelek terorîs dixwazin teslîm bibin hene lê ji wan ra propagandaya derew a wekî dema hêzên ewlehiyê we biqefêlin wê îşkence li we bikin û we bikujin, tê kirin. Terorîstan gotin ku di nav endamên rêxistinê da mirûz nemaye û motîvasyona wan qet tuneye, herkes hay ji rastiyê heye lê ji ber tirsê kes li xwe tiştekî danayne û kesên bi dengekî nizim li xwe deynin jî ji hêla berpirsên komê va wek sîxur tên sûcdarkirin û cezayê giran li wan tê birîn."

Hat gotin ku terorîst ji bo ciwanan bixapînin û tevlî nav refên rêxistinê bikin bi peyvên azadiyê diaxivin û ciwanên tên xapandin rastiyê dema derdikevin serê çiyê dibînin lewra ji wan ra dibêjin dema hûn veqetin emrê we wê kin be.

Ji ciwanan hat xwestin ku bila baweriya xwe bi derewên rêxistinê neynin û daxuyaniyê jî wiha dewam kir:

"Terorîstan got ku piştî ew teslîm bûn bi muameleyên qet ji hêzên ewlehiyê hêvî nedikirin hatin ezimandin, di her merheleyê da hêzên ewlehiyê li cem wan bûn, ji dil û can tevgeriyan, heke muameleya rast a dewletê bê zanîn jî wê di nav rêxistinê da tu kes nemîne. Bangî terorîstên dixwazin teslîm bibin kirin û gotin ku bila teslîmî hêzên ewlehiyê bibin û heke fersend dîtin bila li nimareyên 140/155/156an bigerin û lewra ji bo wan bi tenê rêya xilasbûnê ev e."

Hat destnîşankirin ku ji bo ewlehiya can û malê welatiyan û aramiya nav civakê da operasyonên hêzên ewlehiyê bi piştevaniya gel wê dewam bikin.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 îlon 2019, 14:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE