Terorîstên teslîmbûyî qala Taşdemîra Parlamentera HDPyê ya ku çûye Garayê kirin

Terorîstê ku kodnavê wî "Ulaş" e: "(Taşdemir) Berî 2009an bi rêyên dereqanûnî çû bakurê Iraqê. Beşdarî dewreyeke perwerdeya îdeolojîk a jinan bû ku li Qendîlê ji hêla sazûmaniya jinan a rêxistinê tê dayîn û serdemekê perwerde sitand"

Terorîstên teslîmbûyî qala Taşdemîra Parlamentera HDPyê ya ku çûye Garayê kirin

Terorîstên ji PKK/KCKya rêxistina terorê revîn û teslîm bûn di îfadeyên xwe da gotin ku Dîrayet Dîlan Taşdemîra Parlamentera Agiriyê ya HDPyê çû Garayê.

Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Navxweyî di televizyonekê da diyar kir ku Taşdemîra Parlamentera Agiriyê ya HDPyê çû Garayê li ser vê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der heqê Taşdemîrê da lêpirsîn da destpêkirin. Ajansa Anadoluyê îfadeyên terorîstan ên der barê Taşdemîrê da bi dest xist.

S.B.yê endamê rêxistina terorê yê teslîmî hêzên ewlekariyê bû di îfadeya xwe da got ku Dîrayet Dîlan Taşdemîr di sala 2009an da li Diyarbekirê di doza mezin a KCKyê da hat girtin, di 2014an da hat texliyekirin û her tim diçû û dihat avahiya bajêr a HDPyê.

S.B. destnîşan kir ku Taşdemirê jiyana xwe ji bo çalakiyên rêxistina terorê feda kiriye û endamê rêxistina terorê ye û wiha pê da çû:

"Em dikarin bêjin ku kesên di nav HDPyê da siyasetê dikin û ji bo şaredartiyê tên bijartin tu carî bi îradeya xwe ya azad lîsteyên namzedan amade nakin. Hemû hilbijartinên giştî û herêmî yên BDP û HDPyê bi destê rêveberiya li Qendîlê dihatin eşkerekirin. Rêxistinê kadroyên xwe tevlî lîsteya namzedan dikir û partiyên siyasî diketin hilbijartinê. Bi saya vê kadroyên li ser navê KCK-TMya rêxistina terorê çalakî dimeşandin ketin şaredariyan û wekî parlamenter ketin Meclisê."

- "Piştî ku parlamenter hat hilbijartin di nava HDPyê da wekî sekreteryaya PKKyê peywir kir"

Terorîstê ku kodnavê wî "Ulaş" e di îfadeya xwe da ji bo Taşdemirê wiha got, "Mensûba rêxistinê ya qadroyê ye. Berî 2009an bi rêyên dereqanûnî çû bakurê Iraqê. Beşdarî dewreyeke perwerdeya îdeolojîk a jinan bû ku li Qendîlê ji hêla sazûmaniya jinan a rêxistinê tê dayîn û serdemekê perwerde sitand. Bi pêşniyaza rêveberiya payebilind a rêxistinê ya li Qendîlê û ya bi KCKyê wekî parlamentera HDPyê hat hilbijartin. Piştî ku parlamenter hat hilbijartin di nava HDPyê da wekî sekreteryaya PKKyê peywir kir."

- "Derbasî Mexmûrê bû"

Terorîst M.U. ku bi qanîkirinê teslîm bû jî di îfadeya xwe da diyar kir ku 9ê Hezîrana 2019an ew tevî mensûbên rêxistinê ku kodnavên wan "Pîrdoxan", "Ozgur Çiya", "Arîn Botan" û "Arîn" e derbasî Mexmûra Iraqê bû û her wiha di wesayîtê da sê mensûbên rêxistinê yên mêr yên ku navên wan nayê bîrê jî hebûn.

M.U. diyar kir ku li cem herkesî çek û rextên wan jî hebûn, ji Gareyê bi wesayîtê piştî ku ew saet û nîvekê rê çûn, di rê da ew li cem wesayîteke din sekinîn, ji vê wesayîtê Taşdemira ku ew paşê di têlevîzyonê da dît ku parlamentera HDPyê ye, peya bû û li wesayîta wan siwar bû.

M.U. bal kişand ku kincên sivîl li Taşdemirê bûn, li cem çenteyê piştan û poşet hebûn, piştî ku li wesayîta wan siwar bû û bi şûnda wan bi tenê silav da hev û wan qet xeber neda, piştî saetek rêwîtiyê dema ew gihîştin kampa Mexmûrê, Taşdemirê got "bi xatirê we" û ji wesayîtê peya bû û li wesayîteke din siwar bû.

Ji xeynî vê, hat tesbîtkirin, di dîroka ku mensûbê rêxistinê diyar kir ku wî, Taşdemirê li Gareyê dît da Taşdemir li dervayî welêt bûye. Hat tesbîtkirin, 9ê Hezîrana 2019an ji Diyarbekirê bi rêya hewayê bo Hewlêrê qeyda "derketinê", 13ê Hezîrana 2019an jî ji Hewlêrê bo Balafirgeha Stenbolê qeyda "hatinê" ya Taşdemirê heye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE