"Teşebusa sûîqesda dijî Serokwezîrê Iraqê fitneyeke nû ye"

Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Şemxanî teşebusa sûîqesdê ya dijî Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî wekî "fitneyeke nû" tewsîf kir

"Teşebusa sûîqesda dijî Serokwezîrê Iraqê fitneyeke nû ye"

Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Şemxanî, teşebusa sûîqesdê ya dijî Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî wekî "fitneyeke nû" tewsîf kir û bêyî ku nav eşkere bike, Amerîka tawanbar kir.

Şemxanî li ser êrîşa bi firokeya bêfirokevan a çekdar a dijî avahiya Kazimî, li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da.

Şemxanî der heqê êrîşê da bêyî ku nav eşkere bike, Amerîka tawanbar kir û wiha got, "Teşebusa sûîqesda dijî Serokwezîrê Iraqê fitneyeke nû ye. Divê mirov di odeyên ramanê yên biyaniyan da bide dû şopa vê bûyerê. Ev welat dagir kiriye û bi salan e komên terorîst derxistine û piştgirî dane wan. Diyariya van a ji bo gelê Iraqê, ji xeynî bêîstiqrarî, bêewlehî û îxtilafê tu tiştekî din nîne."

Li gor daxuyaniya ku ji Tora Medyayê ya Ewlehiyê ya girêdayî hikûmeta Iraqê hatibû dayîn, mala Kazimî a li Herêma Kesk a Bexdayê bi "droneya çekdar" va rastî êrîşê hat û Serokwezîr sax jê filitî.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE