Teslîmkirina xaniyên erdhejê

Gundiyên Malatyayê heta dawiya salê dê tekevin xaniyên nû.

Teslîmkirina xaniyên erdhejê

Di erdehja Malatyayê de zerar li gelek xaniyan ketibû. Xaniyên ku li cihê wan tên çêkirin li ber qedandınê ne. Berpirs dibêjin "Em ê xaniyên nû heta dawiya salê teslîm bikin".

Li Malatyayê xaniyên ku ji bo mexdûrên erdhejê tên çêkirin li ber qedandinê ne.

Di erdhejê de li gundê Bulutluya Batalgaziyê xisar gihîştibû 26 xanî û 8 axuran.

Şaredarê Batalgaziyê Osman Güder got, ‘’Em niha li gundê Bulutluyê ne. Li vir ji bo welatiyên di erdhejê de mexdûr bûne, bi sîstemeke nû, 26 xaniyên sexlem tên çêkirin. Her xanî 90 metreçarçikî ye û bi sîstema prefabrîk tê çêkirin. Me di Tîrmehê de dest bi pê kir. Xwedê hez bike em ê heta dawiya Kanûnê biqedînin û teslîmî xwediyan bikin.’’

Piştî vê jî li ser talîmata Serok Erdoğan TOKİ’yê xanî û axurên nû çêkirin. Înşeatên xanî û axuran li ber qedandinê ne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE