Tesîra bahoz û baranê li Îstanbulê dewam dike

Li gor agahiyên hat hildan dareke çinarê ya ser Kolana Dolmabahçeyê ji ber ba û bahozê ji qurmê xwe şikest û bi ser dareke din da ket û li hewa ma.

Tesîra bahoz û baranê li Îstanbulê dewam dike

 Li Beşîktaşa navçeya Îstanbulê ji ber barana gur û bahozê darek ji qurma xwe şikest û ekîbên şaredariyê mudaxale kirin û dar jêkirin.

Li gor agahiyên hat hildan dareke çinarê ya ser Kolana Dolmabahçeyê ji ber ba û bahozê ji qurmê xwe şikest û bi ser dareke din da ket û li hewa ma.

Haya meqamên rayedar hat pêxistin û li ser vê ekîbên şaredarî û polêsan hatin cihê bûyerê. Polêsan şirîta ewlehiyê kişandin û rê ji herdu aliyan va ji çûn û hatinê ra girtin. 

Li ser tewdîrê ekîbên şaredariyê bi motora birekê va qurmê darê jêkirin û anîn xwarê. Dar kete ser rê û ekîbên şaredariyê ew bi motora birek va hûr hûrî kirin û ji ser rê rakirin.

Ekîbên şaredariyê paşê rê paqijkirin û li wesayîtan vekirin. 

Ji hêla din va li navçeya Zeytînburnuyê jî darek bi ser rê da ket û bi hewl û xebata ekîbên şaredariyê ew jî ji rê hat rakirin.

Li seranserê Îstanbulê baran û bahoza ku duh ji serê sibehê va dest pê kiribû car caran tesîra xwe zêde dike.AA

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2020, 17:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE