Vîrûsa koronayê herî zêde karê dixtorên diranan zehmet dike lewra ew her tim bi nexweşan re rûbirû ne. di vê pêvajoyê de divê him dixtorên diranan him jî nexweş hay ji hev hebin.
Di vê pêvajoyê de rîska hinekan zêdetir e.
Dixtorên diranan jî di nav vê komê de ne.
Lewra enfeksiyon ji diran û devan zû digihêje mirov.
Dixtorên diranan hişyar dikin û dibêjin divê him doktor him jî nexweş hay ji hev hebin.
Ger rewşa wan ne lezgîn be dirankêş gelek nexweşa vedigerinin.
Dirankêşê Agiriyî Ilhami Yildiz bangî doktorên din jî dike û dibêje xwe biparêzin.