Tesîra Kûrewî Ya Êrîşa Rûsyayê

Ertem: Heke hêzên NATO'yê li dijî Rûsyayê şer bikin, dê şerê cihanê derkeve 

Tesîra Kûrewî Ya Êrîşa Rûsyayê

Şerê li Ukraynayê dewam dike. gelo wekî ku dewletên rojava îdia dikin; rûsya plan dike ku şerê 3emîn derxe? di vî şerî de kîjan dewlet piştgiriyê didin rûsyayê? û ev geşedanên li bakur wê tesîr li rojhilata navîn bikin an na? Doçent Dixtor Hêlîn Sari Ertem tesîrên kûrewî yên şerê ukrayna û rûsyayê nirxandin.  

 Rageşiya ku bi salan e dewam dike ji nişka ve zêde bû û li bakur, li ser axa dewleteke serbixwe eskerên biyanî bombe teqandin. 

Dewletên Rojava ev mehek e hişyar dikirin û îdia dikirin ku Rûsya wê têkeve nava axa Ukraynayê û hedefên wê ne bi tenê dagirkirina Ukraynayê ye, Rûsya wê şerê 3emîn derxîne. 

Gelo bi rastî jî ev destpêka şerê cîhanê yê 3emîn e? 

Doç. Dr. Helîn Sari Ertem: "Heke hêzeke mezin li ser statû û hêza xwe gefek bibîne ew ê dawiya dawî bersivê bide. Dîrok nîşan dide ku rê û rêbaza vê jî 'şer' e. Li gorî hin çavkaniyan rewşa niha ya cihanê nîşan dide ku di rojên pêş me de şerekî sar an jî pêvçûneke çekdar wê rû bide. Em niha nikarin rasterast bêjim ev şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de şerê cîhanê yê 3emîn e. Çimkî tu kes nizane şerekî herêmî wê çiqas mezin bibe û wê heta kengî dewam bike... Lê ya ku em zanin ev e ku NATO ji ber vê yekê rasterast alîkariyê nade Ukraynayê û li ser axa Ukraynayê bi Rûsyayê re şer nake. Her çiqas em rexne li NATOyê bigirin jî heke NATO raterast mudaxaleyî herêmê bike dê wê demê li Ewropayê şerekî mezin derkeve û Çîn jî tevlî bibe wê şerekî cihanê derkeve. " 

 Li hemberî Rûsyayê dewletên NATOyî helwestên xwe bi awayekî zelal nîşan dan. 

 Ji bo siberoja meseleyê helwesta mûtefîkê mezin ê Rûsyayê, Çînê jî muhîm e. 

Doç. Dr. Helîn Sari Ertem: "Di civîna Neteweyên Yekbûyî de ji bo şermezarkirina Rûsyayê dengdayînek hat kirin. Çîn bêalî ma. Ji xwe di roja ewil a êrîşa Rûsyayê de, Wezareta Karên Derve ya Çînê bi taybetî negot "dagirkirin". Çîn naxwaze xwe bi temamî ji bloka rojhilat an jî rojava ye, nîşan bide. Lê li gorî min Çîn hinekî din nêzî Rûsyayê ye. Çimkî Rojava, Rûsya û Çînê wek gefekê dibîne." 

Rûsya tevlî şerekî nû bû. 

Heke ji ber vê yekê Rûsya destên xwe ji Rojhilata Navîn bikşîne wê teqez di şerê de Sûriyê, li herêmê wê gelek tişt biguherin.  

Gelo îxtimaleke wisa heye? 

Doç. Dr. Helîn Sari Ertem:"Putîn ne ew serok e ku bêhesab gavekê biavêje... Rûsya bi salan e li hemberî hemû dinyayê, li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî li Sûriyeyê li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Heta ku rejîma Beşar Esed dewam dike Rûsya jî wê li herêmê bimîne. Her çiqas ji bo Rûsyayê eniyeke şer a nû vebibe jî bawer nakim Rûsya ji herêmê derkeve. Dibe ku li Lîbyayê gavek paş ve were lê li Sûriyeyê ji xwe gelek tişt bi dest xistin, bawer nakim ku li Sûriyeyê têk biçe. Lê divê Tirkiye gelek baldar be. Çimkî axa Tirkiyeyê di navbera krîzan de maye. " 

Li gorî nêrînên Doç Dr. Hêlîn Sari Ertem, ji ber geşedanên nû yên li bakur polîtîkayên Rûsyayê yên li ser Rojhilata navîn wê neguhere.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE