Wezareta Karên Navxweyî daxuyand di 7ê Adarê da bi beşdariya 55 hezar û 989 personelan di kontrolên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da 3 hezar û 617 dezgeh hatin hişyarkirin û li 7 hezar û 496 dezgeh û kesan cezayê pereyê yê îdarî hat birîn.
Li gor daxuyaniya Wezaretê li welêt heftane kontrolên tematîk ên ji bo Kovîd-19ê dewam dikin.
Di vê çarçoveyê da li hemû bajar û navçeyan otel, cihê lêmayînê û tesîs hatin kontrolkirin.
Ekîbeke ji 4 hezar û 423 personelên rêvebir (walî, alîkarên waliyan, qaymeqam, midûrên bajêr û navçeyan) û 14 hezar û 176 personelan pêk tê tevahî 55 hezar û 989 personelan wezîfe kir.
Di çavdêriyên dijî Kovîd-19ê yên li tesîsên êwirînê da 3 hezar û 617 dezgeh hatin hişyarkirin û li 7 hezar û 496 dezgeh û kesan cezayê pereyê yê îdarî hat birîn.
- 18 hezar û 547 tesîs hatin kontrolkirin
Di nav rojê da 18 hezar û 547 kargeh (otêl, tesîs û otêlên xweşiqitandinê), 1822 bazar hatin kontrolkirin.
Piştî van çavdêrî û kontrolan 3 hezar û 617 dezgehên guh nadin tevdîrên Kovîd-19ê hatin hişyarkirin, li 7 hezar û 496 dezgeh û kesan cezayê pereyê yê îdarî hat birîn.
Der barê 86 kargeh û kesan da doz hat vekirin, 59 wesayît ji trafîkê hatin dûrxistin û 2 kargeh jî hatin girtin.
AA