Tesîsa enerjiya tavê ya İslahiyeyê

Li tesîsê salê 45 milyon kîlowat ceyran tê peydekirin 

Tesîsa enerjiya tavê ya İslahiyeyê

tesîsa hilberîna enerjiya tavê ya li îslahiyeya Entabê, piştgiriyê dide aboriya herêmê. tesîsa ku beriya 5 salan hat vekirin, him ceyrana herêmê peyde dike him jî dibe wesîleya îstixdamê. 

Di salên dawî de li gelek deverên welêt santralên enerjiya tavê tên avakirin. 

Ji wan deran yek jî Îslahiyeya Entabê ye. 

Tesîsa ku beriya 5 salan li ser 600 donim erdî hat avakirin, bi hilberîna xwe piştgiriyeke mezin dide bajêr. 

Piştî vebûna tesîsê li herêmê pirsgirêka ceyranê qediya. 

Ji bilî vê bi dehan kes jî li tesîsê hatin îstixdamkirin. 

Li tesîsa modern, salê 45 milyon kilovat ceyran tê peydekirin. 

Ceyrana ku tê hilberîn jî li gelek navçeyan belav dibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE