Tesîsa parzûnkirinê ya ku wê Gola Vanê paqij bike qediya

Tesîs wê di meha nîsanê da vebe û ji bo pirsgirêka qirêjbûna Gola Vanê wê bibe çareserî.

Tesîsa parzûnkirinê ya ku wê Gola Vanê paqij bike qediya

Gola Vanê bi salan e ji ber avên bermayî yên diherikin golê, qirêj dibe û ev pirsgirêk bi saya projeya "Tesîsa Dawerîna Biyolojîk a Pêşketî" ya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê 3 sal berê dest bi çêkirina wê kiribû û niha temam bûye, wê hel bibe.

Şaredariya bajarê mezin a Wezareta Karên Navxweyî cîgirê şaredar lê wezîfedar kiribû li navçeya Tuşbayê çêkirina projeya tesîsa dawerînê domand.

Ji bo çareserkirina pirsgirêka qirêjiya golê tesîsa dawerînê hat avakirin û bi vê projeyê va ava gemarî ya ku diherike golê, wê bê parzûnkirin.

Tesîsa bi 180 milyon lireyî ku bi teknolojiyê hatiye dagirtin wê hem pêdiviya dawerkirina avê ya 50 salî ya ji bo bajêr çareser bike û him jî wê qeraxên Gola Vanê weke salên berê paqij bibin.

Tê payîn ku di meha nîsanê da wê tesîs dest bi xebatê bike û dawerkirina ava Gola Vanê jî dest bi vê xebatê bike û heriya li peravên golê yên li navçeyên Tûşba, Îpekyolu û Edremîtê jî wê bên paqijkirin.

Walî û Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin Mehmet Emîn Bîlmez daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di salên dawîn da Gola Vanê zêde tê qirêjkirin û şaredariyên berê avê qet parzûn nekirine û berî ser golê dane.

Bilmez destnîşan kir ku li bajêr ji sedî 25ê ava pêwîstî pê hebû dihat parzûnkirin û wiha domand: "Ava mayî berî golê didan. Ji ber vê jî em dixwazin ku tesîs demildest bê vekirin û niha di asta dawîn da ye û di meha pêş me da wê dest bi girtina avê bike û bişixule û wê Gola Vanê jî ji qirêjbûnê xilas bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE